Êrîşî teankereke petrolê ya Îranê hate kirin

di encama êrîşê de 3 kes hatine kuştin.

Êrîş li paravên Sûriyeyê pêk hatiye.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn ragihand ku êrîşî tankereke veguhastina petrolê ya Îranê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya SOHR êrîş li paravên avî yên Sûriyeyê de pêk hatiye û di encama êrîşî de herî kêm 3 kes hatine kuştin û zirarên mezin jî ber tankerê ketine.

Navendê eşkere kiriye ku di dema şerê navxweyî ya Sûriyeyê de ev cara ewile êrîşeke wisa pêk were û hîn jî nediyare ka gelo êrîş bi rêya mûşekan pêk hatiye anjî bi rêya dorneyan.

N: E. G