Zêdetir ji 500 Efserên din yên Tirkiyeyê tên girtin

her îro operasiyon hatiye destpêkirin.

Bi tawana endam bûn di cemaeta Gulen de têne girtin.

Di çarçoveya operasiyonên dijî endamên cemaeta Gulen di nava artêşa Tirkiyeyê de, îro duşem Dozgeriya giştî li her du bajarên Îzmîr û Îstenbûlê biryara girtin bo 532 Efser û rayedarên din yên artêşa Tirkiyeyê der kir.

Her îro duşem hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê bo girtina wan Efser û rayedaran, li çend bajarên Tirkiyeyê dest bi lidarxistina operasiyonan kirin.

Piraniya kesên ku biryara girtinê bo wan hatiye dayîn ji Fermandariya giştî ya hêzên bejahî, hêzên asmanî û hêzên deryayî yên Tirkiyeyê ne.

N: E. G