Mesrûr Barzanî daxwaza xweparêziyê dike

hêvî dike cejn bibe sedema xêr û xweşiyê.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Bi minasebeta hatina cejna Remezanê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî prîozbayî li pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbetên serfiraz yên şehîdan dikim.

Hêvî dikim xwedayê dilovan, niza û rojûyên tevahiya aliyan qebûl bike û ev cejn bibe sedema xêr û xweşî û dawî hatina nexweşiyan û nehametiyan û herwiha bibe handerek bo aştî û aramî di navbera tevahiya pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de.

Ev minasebeta han bi derfet dizanim ku careke din daxwaz ji we bikim metirsiyên Korona bi cidî werbigirin û pêbendî rêkarên xweparêziyê û şîretên tendirostî bin.

Cejna we pîroz û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.