Nêçîrvan Barzanî êrişên li Kifriyê bi tundî şermezar kir

dibêje lazime bilez valatiya heyî were dagirtin.
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek derbarê êrişên DIŞIê yên li Kifriyê belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û tê de amaje bi wê dike, “Ez êrişên şeva derbasbûyî yên terorîstên DIŞIê li sînorê Kirfî bi tundî şermezar dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşî li kesûkarên wî pêşmergeyî kirin ku di êrişa DIŞIê de şehîd bû û hevxemiya xwe li gel malbata wî ragihand.

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Ez tekeziyê li ser pêwîstiya lezkirinê bo hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li wan navçeyan dikim.”

Weke tê zanîn duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser çeperên pêşmerge kiribûn û di encam de pêşmergeyek şehîd bibû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.