Serok Barzanî: Leyla Qasim jiyana bindestiyê qebûl nekir

dibêje jiber jiyana şerefmend ya gelê xwe, mirin hilbijart.

Serok Barzanî di bîranîna 47mîn salvegera darve kirina Leyla Qasim peyamek weşand.

Îro pêncşem Serok Barzanî di bîranîna 47mîn salvegera darve kirina Leyla Qasim û hevalên vê ji aliyê rejîma Besê ve, peyamek weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Leyla Qasim mînaka fedakarî û berxwedana keşên Kurde, vê ji ber jiyana şerefmend ya gelê xwe mirin hilbijart û amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike, dev ji hizirên xwe berde û xwe neçemand.

Di bîranîna 47 saliya darve kirina Leyla Qasim û hevalên vê de, ji aliyê rejîma Besê ve, hezaran silav li şehîd Leyla Qasim û tevahiya şehîdên rêya azadiyê bin.

N: E. G