Zêdetir ji 700 kesên din bi Koronayê ketin

4 berketî jî canê xwe ji dest dane.

 

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 8 hezar û 56 cerbandinên taybet bi Koronayê hatine kirin û derketiye ku li seraserê Krudistanê de 755 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 303 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 1123 berketiyên berê jî baş bûne û 4 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G