Enqere û Dîmeşq li ser Rojavayê lihev kirine

dibêje dixwazên serweriya Kurd ji nav bibin.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje pilana wan ya hevbeş bo kontrol kirina Rojavayê heye.

Li gor raportek ku ji aliyê The Syrian Observer hatiye weşandin, ev çend care, Enqere û Dîmeşq derbarê Rojavayê Kurdistanê û kontrol kirina Rojavayê de civiyane.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku ev her du welat li ser vê yekê ku bi hevbeşî Rojavayê Kurdistanê bixin bin kontrola xwe lihev kirine.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku Enqere û Dîmeşq vê bo cîhbicîh kirina pilanên xwe yên bo kontrol kirina Rojavayê, çend dek û dolaban bixin meriyetê û dixwazên serweriya Kurd li vê deverê ji nav bibin û ev navçe bixin bi desthilatdariya xwe.

Herwiha behsa vê yekê hatiye kirin ku kêm kirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve û herwiha bêdengiya Şamê ya li hember Tirkiye û operasiyonên Tirkiyeyê li ser deverê, beşek ji pilanên hanin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.