Jeo Biden: Alozî bi dawî dibin

heta niha ji her du aliyan 76 kes canê xwe ji dest dane.

 

Li gel Serokwezîrê Îsraîlê axefiye.

Koşka Spî daxuyaniyek weşandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden û wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi rêya telefûnê peywendî bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho ve kirine.

Di peywendiya han ya telefûnî de behsa rewş û aloziyên ku di wan rojên dawî de li Felestîn û Îsraîlê derketine hatiye kirin.

Piştî bi dawî hatina peywendiya han ya telefûnî, Biden diyar kiriye ku hêvê dikin aloziyên heyî di demeke nêz de bi dawî werin.

Weke tê zanîn heta niha êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê û yên Îsraîlê jî bo ser Hemasê berdewamin û heta niha 69 Felestînî û 6 Îsraîlî canê xwe ji dest dane.

N: E. G