Heta niha 139 kes hatine kuştin

dibêje 10 hezar kes jî aware bûne.

 

Di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Birêveberatiya hêzên hawar hatinê yên Felestînê li Xezeyê amara kuştiyên Felestînî eşkere kir.

Li gor daxuyaniya han di encama êrîşên balefirên leşkerî yên Îsraîlê de bo ser Xezeyê heta niha bi giştî 139 kes hatine kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku herî kêm 10 hezar kes jî jiber êrîşên han neçar bûne ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin cîhên din.

Weke tê zanîn piştî bûyerên mizgefta Eqsa, Hemas dest bi êrîş kirinê bo ser Îsraîlê kir û Îsraîl jî bersifa Hemasê da û hîn jî pevçûn di navbera her du aliyan de didome.

N: E: G