Nêçîrvan Barzanî: Bila kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin

dibêje Kurdistan hertim navenda bihevre jiyana aştiyane dibe.

Bo roja bihevre jiyanê peyamek belav kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya bihevre jiyana aştiyane li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Hewl didin ku Kurdistan hertim weke bihêztirîn navenda bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên entîkî û olî de bimîne.

Barzanî herwiha daxwaz kiriye ku tevahiya kêşe û aloziyên heyî li her derê bi rêya aştiyane werin çareserkirin.

N: E. G