11 kesên din canê xwe ji dest dan

879 berketiyên berê jî baş bûne.

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 797 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 307 kese.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 879 berketiyên berê jî baş bûne û 11 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G