Hijmara Penaberan li Îraqê kêm bûye

heta niha 50 kemp hatine daxistin.
کوردستان TV
100%

Ji 750 hezar ve bo 37 hezar kêm bûye.

Wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragihandiye ku niha li Îraqê hijmara Penaberên ku piştî sala 2014an li Îraqê de aware bûne kêm bûye.

Li gor daxuyaniya wezareta koç û koçberan ji sala 20214an pêve bi giştî 750 hezar welatî penaber bûne û piraniya wan li herêma Kurdistanê nêştecîh bûne.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku niha li herêma Kurdistanê  26 kempên penaberan hene ku 16 ji wan li Dihuk, 6 li Hewlêrê û 4 jî li Silêmanî ne.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku niha li Îraqê bi giştî 37 hezar penaber hene ku piraniya wan di nava kempên herêma Kurdistanê de dijîn, tenê 7 hezar ji wan penaberan di nava kempên di bin kontrola hikûmeta fedralî de dijîn.

Wezaretê ev yek diyar kiriye ku piraniya penaberan vegeriyane cîhên xwe û heta niha zêdetir ji 50 kemp jî hatine daxistin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.