Dîsa êrîşî balefirxaneya Bexdayê hate kirin

zirarên canî li pey nebûne.

Îro danê sibê êrîş pêk hatiye.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku îro duşem danê sibê balefireke bêpîlot teqemenî û cebelxane li nêzî navenda hêzên Îraqî yên li balefirxaneya Bexdayê avêtiye û di encama avêtina cebelxaneya han de teqîneke mezin çê bûye.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên ewlekarî belav kiriye ku teqîn ti zirarên canî li pey nebûye.

N: E. G