Du bombe bi hêzên hevpeymanan re teqiyan

3 zirêvanên karwanê birîndar bûne.

Li du parêzgehên Îraqê teqînê çê bûne.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên leşkerî yên Îraqê belav kir ku duhê bi şev li ser cadeya serekî ya Selahedînê bombeyeke vedayî bi karwaneke hevkariya locistîkî ya hêzên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê re teqiyaye lê teqîn ti zirar li pey nebûne.

Heman çavkanî ji çapemeniya Îraqê re gotine ku her duhê bi şev li ser rêya serekî ya Nasiriyeyê ya li Parêzgeha Zîqarê bombeyeke din bi karwaneke din ya hêzên hevpeymaniya cîhanî re teqiyaye ku di encama teqînê de 3 zirêvanên karwanê ku du ji wan Îraqî ne birîndar bûne.

N: E. G