Şandeke Brîtanî serdana civata dadweriya Kurdistanê kir

behsa devreyên hîn kirina Dadwer û Dozgeran hate kirin.

Li gel Dadwer Bengîn Qasim civiya.

Îro şandeke Konsulusxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê serdana civata Dadweriya Kurdistanê kir û li gel Serokê civata Dadweriya Kurdistanê Dadwer Bengîn Qasim Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya dadweriyê li Kurdistanê de, rewş û karûbarên dadgeh û Dozgeran hate kirin.

Di civînê de herwiha nîqaş li ser kar û çalakiyên Konsulusxaneya Brîtanyayê ya bo perwerde kirina Dadwer û Dozgerên Kurdistanê û çawetiya nizîkatî kirin li hember dosyeyên terorê hate kirin.

Her di heman civînê de Serokê civata dadweriya Kurdistanê jî amade bûna civata bilind ya dadweriya Kurdistanê bo domandina devreyên hînkirinê li ser mijarên dadweriyê li gel Brîtanyayê diyar kir.

N: E. G