Fermandarekî PKKê nihêniyên girîng eşkere dike

navê kujeran jî eşkere dike.


Ev Fermandar xwe radestî hêzên pêşmerge kiriye.
Fermandarekî PKK bi navê Ozgûr Jiyanda ku demeke dirêje dinava refê PKKê de bûye û gehêştiye pileya Fermandariya cibheyê, piştî êrîşa pkkê li Amêdiyê bo ser hêzên pêşmerge, ji pkk veqetiyaye û xwe radestî hêzên pêşmerge kiriye.
Li gor dêmenek ku ji aliyê civata asayîşa Kurdistanê ve hatiye weşandin, Ozgûr Jiyanda, behsa gelek bûyerên nihên yên dijî hêzên pêşmerge, herêma Kurdistanê û kesên welatperwer dike.
Nav hatî d 9ê meha Hezîranê de dema hatiye pîwerdarkirin ku êrîşî ser hêzên pêşmerge bike, dev ji PKKê berdaye û behsa çawetiya amadekariyên pkkê bo şerê dijî hêzên pêşmerge dike.
Jiyanda herwiha behsa teror kirina çend welatiyên herêma Kurdistanê ji aliyê pkkê ve dike û navên kujeran jî eşkere dike.
Bo zaniyariyên zêdetir vê lînka han bitekînin.
https://youtu.be/qRs24lghQqo
N: E. G