Zêdetir ji 600 kesên din bi Koronayê ketin

7 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 622 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 236 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 524 berketiyên berê jî baş bûne û 7 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G