Hijmara miriyan li Almanayê zêde bû

li Belcîkayê jî herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest daye.

Heta niha 133 kes canê xwe ji dest dane.
Li gor nûçeya çapemeniya cîhanî, hijmara wan kesên ku li Almanyayê jiber lehiyê canê xwe ji dest dane zêde bûye.
Jêderên çapemeniyê, behsa vê yekê dikin ku jiber lehiya ku li Rojavayê Almanyayê rabûye heta niha 133 kes canê xwe ji dest dane.
Herwiha li welatê Belcîkayê jî jiber lehiyê herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest daye.
N: E. G