Hijmara qurbaniyên lehiyê zêde bû

heta niha 187 kesan canê xwe ji dest daye.

Bi sedan kesên din jî wendane.

Li gor çapemeniya Ewrûpayê, hijmara ev kesên ku jiber lehiya rojên derbasbûyî yaku li Almanya, Belcîka û Holendayê çê bibû, zêde bûye.

Çapemeniya Ewrûpî diyar kiriye ku bi tenê li Almanyayê 160 kes jiber lehiyê canê xwe ji dest dane û li welatên din yên weke Belcîka û Holendayê jî zêdetir ji 27 kesan canê xwe ji dest daye û bi giştî li Ewrûpayê 187 kes jiber lehiyê canê xwe ji dest dane û bi sedan kesên din jî wendane.

Herwiha lehiyê bi miliyar dolaran zirar daye wan her sê welatan û zirarên madî yên herî zêde jî li Almanyayê çê bûne.

N: E. G