75 hezar torîst hatine Hewlêrê

bo asankarî kirin û xizmet kirinê jî çend komîte hatine avakirin.

Di nava 5 rojan de ji başûrê Îraqê hatine.

Birêveberatiya giştî ya torîzmê ya ser bi wezareta torîzmê ragihand ku di nava 5 rojên derbasbûyî de bi giştî 75 hezar û 569 torîst ku piraniya wan ji başûrê Îraqê hatine, serdana Hewlêrê û derdorê kirine.

Li gor daxuyaniya han tê payîn ku di nava betlaniya cejnê de ev hijmara han hîn zêdetir bibe.

Herwiha birêveberatiya giştî ya torîzmê diyar kiriye ku bi mebesta pêşkêş kirina xizmetgozariyên curbicur û asankarî kirin bo torîstan çend komîteyên curbicur hatine avakirin û li cîh û deverên curbicur de ev komîteyên han çalakin.

Herwiha di warê tendirostî de jî çend rêkarên nû hatine danîn û lazime torîst û xwedanên cîhên torîstîkî pêbendî wan rêkar û şîretan bin.

N: E. G