Rûsye sîstemeke nû ya berevanî cerband

dibêje di demeke nêz de radestî artêşê tê kirin.

Navê sîstema han ya berevanî S 500.

Çapemeniya Rûsyeyê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Rûsyeyê sîstemeke nû ya berevaniya esmanî bi navê S500 cerbandine.

Çapemeniya Rûsyeyê belav kiriye ku ev sîstema han bi awayeke serkeftî hatiye cerbandin û piştî cerbandinê vê sîstema S500 ku weke pêşkeftîtirîn sîstema berevaniya esmanî tê nasîn radestî hêzên esmanî û artêşa Rûsyeyê were kirin.

Weke tê zanîn Rûsye sîstema berevaniya mûşekî ya S400 jî çê kiriye û jiber firotina sîstema han bi hin welatên cîhanê, Amerîkayê dopêç daniye ser wan welatan.

N: E. G