Êrîşî ser navendeke heşda şebî hate kirin

heşda şebî jî dibêje îro ev sêyemîn care êrîşî ser wan tê kirin.

Ev navend li bajarê Necefê ye.

Li gor çapemeniya Îraqê kêliyek beriya niha dorneyeke nenas êrîşî ser navendeke mezin ya leşkerî ya çekdarên heşda şebî li bajarê Necefê kiriye.

Li gor nûçeya çapemeniya Îraqê di encama êrîşa han de ku tê payîn navenda cebelxaneya heşda şebî hatibe bordimankirin, çend teqînên gelek mezin pêk hatine.

Ji aliyeke din ve pêgehên sosiyal medeyayê yên ser bi heşda şebî behsa vê yekê dikin ku îro ev cara sêsiyane ku êrîşî ser vê navendê tê kirin.

N: E. G