Sibê komîteya rûbirû bûna Koronayê dicive

di wan demên dawî de hijmara pêketiyan gelek zêde bûye.

Vê hinek rêkar û şîretên nû ragehîne.
Biryare sibê komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê li Kurdistanê bi beşdariya aliyên têkildar bicive.
Di civînê de vê nîqaş li ser rewşa tendirostî ya Kurdistanê û zêde bûna rêjeya berketiyan welatiyan bi Koronayê were kirin.
Herwiha tê payîn ku di civîna sibê de komîteya rûbirû bûna Koronayê çend biryarên nû derxe û şîret û rêkarên nû yên tendirostî bo rûbirû bûna Koronayê ragehîne.
Weke tê zanîn di nava 24 seatên derbasbûyî de zêdetirîn hijmara pêketiyan li Kurdistanê hate tomarkirin ku 3 hezar û 555 berketiye.
N: E. G