Şah Ebdulah: Gelek caran êrîşî ser me hatiye kirin

dibêje welatên Erebî jiber Îranê têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kirine.

Dibêje êrîş bi dorneyên Îranî pêk hatine.

Şahê Urdinê Şah Ebdulah bo cara yekem ragihand ku gelek caran bi dorneyên Îranî êrîşî ser Urdinê hatiye kirin.

Şah Ebdulah diyar kiriye ku çalakiyên Îranê û hêzên ser bi Îranê li deverê de bûne cîhê dilgiranî û fikaran.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku gelek ji welatên Erebî yên ku têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kirine, jiber Îanê têkiliyên xwe normal kirine.

Ebdulah diyar kiriye ku teqînên li ser sînorên Urdinê weke serdema DIŞIê zêde bûne û piraniya wan teqînan jî karê dorneyên Îranî ne.

N: E. G