Zêdetir ji 12 hezar kesên din li Îraqê bi Koronayê ketine

71 kes jî canê xwe ji dest dane.

Hijmara berketiyan li Îraqê jî her diçe zêde dibe.
Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê zêdetir ji 12 hezar kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya Îraqê diyar kiriye ku di nava 24 seatan de 12 hezar û 185 kes bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya Îraqê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 71 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îraqê bi giştî 1 miliyon û 577 hezar û 13 kes bi Koronayê ketine û 18 hezar û 841 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G