Îro du caran geliya Bazê hate bordiman kirin

heta niha zirarên bordimanê nayên zanîn.

Di seat 7 û 30 deqîqeyan de ev gelî hatiye bordimankirin.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê ragihand ku îro danê sibê balefirên şer yên Tirkiyeyê geliya Bazê ya li devera Berwariya Bala bordiman kirine.

Peyamnêrê me diyar kir ku, bordiman di seat 7 û 30 deqîqeyan de destpê kiriye û demeke dirêj berdewam kiriye.

Herwiha hate zanîn ku balefirên Tirkiyeyê du caran ev geliya han bordiman kirine û heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

N: E. G