Mistefa Kazimî: Me pêngavên baş avêtine

daxwaz ji hêlbirênerên Amerîkî dike li Îraqê kar bikin.

Li gel odeya bazirganî ya Amerîkayê civiya.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, li gel odeya bazirganî ya Amerîkayê civiya.

Kazimî di dema civînê de ragihand ku li Îraqê reformên gelek baş di warê abûrî de hatine kirin û karasanî bo hêlbirêneran hatiye kirin.

Kazimî daxwaz ji sermayedar û Hêlbirênerên Amerîkî kir daku li Îraqê sermayeya xwe bitevger bikin û hevkariya nûjen kirina jêrxana abûriya Îraqê bikin.

Weke tê zanîn beriya du rojan Kazimî li gel Serokê Amerîkayê jî civiya bû û li ser vekêşîna hêzên şerker yên Amerîkî yên li Îraqê lihev kiribûn.

N: E. G