19 welatiyên din canê xwe ji dest dan

1277 berketiyên berê jî baş bûne.

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 468 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku hezar û 517 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 277 berketiyên berê jî baş bûne û 19 berketiyên din jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G