Balefirên Tirkiyeyê dîsa devera Sîdekanê bordiman kirin

şev jî topxaneyên Tirkiyeyê dever topbaran kirine.

Bodimana vê carê gelek nêzî xelkê sivîl bûye.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li Sîdekanê ragihand ku kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê jiber liv û tevgerên gerîlayên pkk li deverê de, geliya mala Mele û gundê Talîstan li devera Sîdekanê bi tundî bordiman kirine.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, bordimana vê carê gelek nêzî cîhên koçer û zomdaran û cîhên nîştecîhbûnê yên xelkê sivîl bûye.

Herwiha hate zanîn ku şeva derbasbûyî jî topxaneyên Tirkiyeyê ev dever bi tundî topbaran kirine.

N: E. G