Talibanê komîdiyenê navdar yê Efxanî kuşt

li mala xwe hatiye revandin û pişt re jî hatiye kuştin.

Beriya niha çend caran gef lê xwaribû.

Li gor jêderên çapemeniyê, çekdarên Talibanê yên ku vekêşîna Amerîkayê ji Efxanistanê bi derfet dîtine û hewla kontrol kirina Efxanistanê didin, komîdiyenê herî navdar yê Efxanî kuştine.

Ev komîdiyen navê xwe Nezar Muhemede, nav hatî xwedan gelek berhemên komedî yên rexnegeraneye.

Hate zanîn ku Nezer beriya ku were kuştin çend caran ji aliyê çekdarên Talibanê ve gef lê hatibû xwarin û cara dawî jî hatibû revandin û rastî eşkenceyeke dijwar hatibû.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku Nezer li mala xwe ji aliyê çekdarên talibanê ve hatiye revandin û kuştin.

N: E. G