Tirkiye li ser sînorê Rojhilat jî dîwar çê dike

dirêjahiya dîwarê 295 km ye.

Dirêjahiya dîwarê 295 km e.

Parêzgarê Wanê duhê ragihand ku hewldanên wan yên bo rakêşana dîwareke betony li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê ( Îran û Tirkiyeyê) berdewamin.

Li gor daxuyaniya walîtiya Wanê ev dîwar ji navçeya Çaldiran destpê dike heta digehêje navçeya Geverê berdewam dibe.

Destpê kirina rakêşana dîwarê beriya çend salan destpê kiriye û hîn jî bedewame.

Tirkiye dibêje armanc ji rakêşana dîwara han pêşî girtin ji hatûçûya derqanûnî ye li ser sînoran.

Weke tê zanîn beriya niha Tirkiye li ser sînorê Rojavayê jî dîwarek rakêşabû.

N: E. G