5 rayedarên leşkerî yên Îraqê mirin

sedema ketinê hîn jî nehatiye zelalkirin.

Koptera wan ketiye xwarê.

Li gor çapemeniya Îraqê berbanga îro pêncşem li devera Dûzxormatû koptereke artêşa Îraqê ketiye erdê.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku 5 rayedarên artêşa Îraqê ku di nava kopterê de bûne jiber bûyerê canê xwe ji dest dane.

Sedema ketina kopterê heta niha nehatiye zanîn û piştî ketina bûyerê jî, hêzên leşkerî yên artêşa Îraqê bo deverê hatine şandin.

N: E. G