Hijmara berketiyan zêdetir dibe

10 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.

Amarên 24 seatên derbasbûyî hatin belav kirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 3 hezar û 56 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku hezar û 469 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 1436 berketiyên berê jî baş bûne û 10berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G