Serokwezîr li gel balyozê Tirkiyeyê civiya

Tirkiye amadebûna xwe bo bihêztir kirina têkiliyan diyar kiriye.


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro pêncşem 29ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya balyozê nû yê Tirkiyeyê yê li Îraqê Elîreza Guney kir.
Di civînê de me pîrozbayî li balyozê Tirkiyeyê kir jiber destbikar kirina wî û hêviya serkeftinê jî bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera Îraq û herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê jê re xwest.
Balyozê Tirkiyeyê xwestek û amadebûna temam ya welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan di her warî de bi taybetî di warê geşe pêdana bazirganî li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir.
N: E. G