Şandeke leşkerî ya Îraqê gehêşte Selahedînê

duhê DIŞIê li deverê êrîşek pêk anî bû û 31 kes bibûn qurbanî.

Bo lêkolîn derbarê êrîşa duhê bi şev de ev serdan pêk aniye.

Li gor daxuyaniyeke ragihandina Fermandariya operasiyonên hevbeş ya artêşa Îraqê, îro şandeke ku ji hijmarek rayedarên bilind yên leşkerî yên Îraqê pêk hatiye serdana Parêzgeha Selahedînê kiriye.

Armanc ji serdana şanda han lêkolîn kirin derbarê êrîşa duhê bi şev ya terorîstên DIŞIê ye bo ser merasîmeke taziyeyê li navçeya Yesreb ya li başûrê parêzgeha Selahedînê.

Weke tê zanîn duhê bi şev terorîstên DIŞIê li deverê de êrîşek pêk anî bûn û di encama êrîşê de 13 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

N: E. G