Zêdetir ji 1600 kesên din bi Koronayê ketin

16 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.

Wezaretê amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 695 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku hezar û 332 kese, wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de hezar û 230 berketiyên berê jî baş bûne û 16 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G