Îsraîl: Îran zirarê dide her kesekî

duhê Îran êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kiribû.

Dibêje lazime pêşiya Îranê were girtin.

Piştî ku duhê li Oqiyanûsa Hindê Îran êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kir, îro wezîrê derve yê Îsraîlê Yair Lapid li ser hesabê xwe yê fermî peyamek weşand.

Yair Lapid di peyama xwe de nivîsandiye: Îran teroreke ku zirarê dide tevahiya cîhanê û lazime pêşiya Îranê were girtin.

Lapid nivîsandiye ku Îran tenê ni kêşeye bo Îsraîlê belku bo tevahiya cîhanê kêşeyeke metirsîdare û lazime cîhan pêşiya Îranê bigire.

Nav hatî diyar kiriye ku çavkaniya tevahiya alozî û nearamiyên deverê Îrane.

Weke tê zanîn duhê hêzên Îranî li Oqiyanûsa Hindê êrîşî ser keştiyeke Îsraîlê kiribû ku ji Tanzaniyayê diçû Îmaratê.

N: E. G