Du lîwayên pêşmerge û artêşa Îraqê dest bi perwerdehiya hevbeş dikin

li deverên kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê têne bicîhkirin.

Piştî re li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê têne bicîhkirin.

Nunerê her du wezaretên pêşmerge û navxwe di nava Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê de, Ebdulxaliq Telet ragihand ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftin hatiye kirin û di çarçoveya rêkeftina han de vê hefteyê vê du lîwayên pêşmerge û artêşa Îraqê dest bi perwerdehiya hevbeş bikin.

Ebdulxaliq Telet herwiha ragihand ku piştî bi dawî hatina perwerdehiya hevbeş vê ev her du lîwayên han bi mebesta dagirtina valatiya heyî ya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê werin bicîhkirin.

N: E. G