Li Bakûrê Kurdistanê lehiyan zirar li pey xwe anîn

gelek sewalên xelkê ji nav çûne.

Li Wan û Geverê gelek sewal ji nav çûn.

Li gor çavkaniyên ji Bakûrê Kurdistanê, jiber barîna pêleke bixor ya baranê, li gelek deverên Bakûrê Kurdistanê lehiyên mezin rabûne.

Yek ji wan lehiyan li devera Başqala ya ser bi Wanê ve rabûye û di encama lehiya han de du xaniyên welatiyan bi temamî wêran bûne û zirarên mezin jî ber 30 xanî û tirimbîlên xelkê ketine.

Herwiha jiber lehiya han nêzî 20 ser sewalên xelkê jî ji nav çûne.

Ji aliyeke din ve li navçeya Geverê jî bi heman awayî jiber rabûna lehiyeke mezin herî kêm 500 ser sewal ji nav çûne.

N: E. G