Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Yekîtiya Ewrûpayê civiyan

Martin Huth spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Serokwezîr hêviya serkeftinê jê balyozê YE re xwest.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Martin Huth kir.

Di civînê de Martin Huth ragihand ku dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye lewre bo xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê, serdana Kurdistanê kiriye.

Serokwzîr Mesrûr Barzanî jî jiber hewldanên wî yên bo bihêztir kirina têliyên YE yên li gel Kurdistan û Îraqê spasiya Martin Huth kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de Martin Huth rixmî ku jiber karasaniyên ku pêşkêşî tîmên balyozxaneya YE hatine kirin spasiya hikûmeta Kurdistanê kir, hevdem ev yek jî diyar kir ku piştîvaniyên YE bo Kurdistanê berdewam dibin.

N: E. G