Serokwzîr li gel balyozê Fenland civiya

behsa rêkarên rûbirû bûna Koronayê jî kirin.

Behsa çend mijaran kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Fenlandê yê li Bexdayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 1ê Tebaxa 2021an me pêşwaziya balyozê Fenland yê li Îraqê Vesa Hakkinn kir ku jiber bidawî hatina pîwerdariya xwe serdana herêma Kurdistanê kiribû.

Balyozê Fenlandê rêzdariya xwe bo hemahengî û karasaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê di dema kar kirina wî de diyar kir û tekez li ser berdewamiya piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de me jî spasiya balyozê Fenlandê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Hilbijartinên parlementoya Îraqê, girîngiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞI û hewldanên rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G