Vaksîn bandorê li ser cureya Delta nake

dibêje di nava kesên vaksînkirî de jî gelek bilez belav dibe.

Navenda CDC dibêje vaksîn ti bandorek li ser cureya nû ya Koronayê nakin.

Navenda kontrol û pêşî girtin ji nexweşiyan ya Amerîkayê yaku bi CDC tê nasîn ragihand ku ti vaksînek bandor li ser cureya nû ya Koronayê yaku bi Delta tê nasîn nake.

Li gor daxuyaniya navenda han, cureya nû ya Koronayê ku bi Delta tê nasîn gelek bi hêsanî di navbera kesên vaksînkirî de tê veguhestin û bo veguhastina Delta di navbera kesên vaksînkirî û kesên vaksîn nekirî de ti cudatiyek tuneye û Delta gelek bi hêsanî û bilez belav dibe.

Cureya nû ya Koronayê yaku bi Delta tê nasîn yekem car li Ewrûpayê hatiye dîtin û niha li gelek welatên cîhanê belav bûye.

Weke tê zanîn heta niha li seraserê cîhanê nêzî 200 miliyon kesan bi Koronayê ketine û zêdetir ji 4 miliyon kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G