Li Îranê 3 welatiyên Kurd hatin îdam kirin

berbanga îro duşemê hatine îdamkirin.

Li girtîgeha Urmiyeyê hatine îdamkirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, berbanga îro duşem 3 girtiyên Kurd li girtîgeha Urmiyeyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Hengawê belav kiriye ku ev her sê welatiyên han roja yekşemê bo odeya takekesî hatine veguhastin û berbanga îro duşem jî hatine daredkirin.

Navê her sê girtiyên han Hemze Rezayî xelkê Selmasê, Sipêher Ebasnejad û Eskender Zarê ku her du jî xelkê Urmiyeyê ne.

Ev her sê welatiyên han beriya niha bi demekî jiber madeyên hişber hatibûn girtin û bi cezaya dervekirinê hatibûn mehkûmkirin.

N: E. G