Li Îraqê 68 kesên din canê xwe ji dest dan

zêdetir ji 12 hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî zêdetir ji 12 hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku di nava heman demê de 68 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha 8 hezar û 734 berketiyên berê jî baş bûne.

N: E. G