Cîgirê Serokê herêmê li gel şandele leşkerî ya Amerîkî civiya

behsa dagirtina valatiya heyî li hin deveran kirine.

Behsa metirsiyên DIŞIê hatiye kirin.

Serokatiya herêma Kurdistanê belav kiriye ku Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer şêx Mistefa li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiyaye.

Di civînê de giftûgoyeke berfire li ser liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û metirsiyên DIŞIê hatiye kirin û şanda leşkerî ya Amerîkayê tekez li ser pêbendiya Amerîkayê ya bo parastina hevpeymanên xwe û ewlekariya deverê li hember terorîstên DIŞIê kiriye.

Herwiha di civîn de nîqaş li ser hevkarî û alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda mêwan jî diyar kiriye ku hevkariyên han vê berdewam bin.

Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û zêdetir kirina hemahengî û hevkariya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ya bo parastina ewlekariya wan deveran û dagirtina valatiya heyî ya li wan deveran hatiye kirin.

N: E. G