Mesrûr Barzanî: Komkujiya êzdiyan wê hertim di wîjdanê gelê Kurdistanê û mirovahiyê de bimîne

dibêje em hewl bo awedan kirina Şingalê û xizmet kirina zêdetir ya Êzidiyan didin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta 7 saliya êrîşa terorîstên  DIŞIê bo ser kurdên êzzî û dorûbera wê peyamek belav kir.

Di beşeke peyamê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye pêwîste berdewam bin li ser yadkirina qurbaniyên jenosîda êzdiyan. Di heman demê de em rizgarkirina Şengalê bi deste hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ser destê Serok Barzanî jî bi bîrtînin.’’

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro heftemîn sala êrîşa terorîstên DIŞIê ye bo ser xuşk û birayên êzdî li Şingalê û dorûbera wê ku ji ber wê bi hezaran şêniyên wê deverê hatin qetilkirin û bêserûşûnkirin û awarekirin.

Komkujiya êzdiyan tawaneke dirinde ye; ku wê hemîşe di wîjdanê gelê Kurdistanê û mirovahiyê de bimîne û ji ber wê divê pêwîste berdewam bin û bi rêzeke zêde qurbaniyên wê komkujiyê bibîrbînin. Herwiha em qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi bîrtînin ku li ser destê Serok Mesûd Barzanî di dema rizgarkirina Şingalê de şehîd bûne.

Divê yadkirina xembar de em dupat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê berdewam be li ser hewlên xwe ji bo vegerandina xuşk û birayên êzdî ji bo ser cihên xwe û wê kar bike ligel hikûmeta federal a Iraqê û komelgeha navdewletî ji bo avadankirina Şingalê û herêmên din ê xuşk û birayên êzdî.

Herwiha em, tekeziyê li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê dikin ji bo afirandina derfetê ji bo penaber bi awayekî serfiraz vegerin ser erdên xwe û axa xwe avadan bikin. Di heman demê jî de hewlên xwe zêdetir dikin ji bo dadgahîkirina tawanbarên DIŞIê û hewkarên wan û aşkerekirina çarenivîsa hemû kesên hatine bêserûşûnkirin.

Rêz û dilovanî ji bo şehîd û qurbaniyên komkujiya Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê dixwazin.

 Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî