NATO hayedarî da Îranê

dibêje lazime pêbendî rêkeftinên cîhanî be.

Dibêje bila Îran pêbendî rêkeftinan be.

Aloziya derbarê êrîşa dorneyên Îranî ya bo ser tankereke veguhastina petrolê li peravên Emanê, di nava Îran û civaka cîhanî de didomin.

Di vê çarçoveyê de NATO hayedariyeke dijwar daye Îranê û Îran li ser êrîşa han tawanbar kiriye û ragihandiye ku Îran bi wan pêngavên xwe, xwe zêdetir tengav dike û lazime Îran pêbendî rêkeftinên cîhanî be û xwe ji êrîşên wisa bidûr bigire.

NATO herwiha eşkere kiriye ku dubare bûna êrîşên bi vê rengî vê bê bersif nemînin û Îran rastî hesab pirsîneke dijwar were.

Ji aliyeke din ve Yekîtiya Ewrûpayê jî bi heman awayî Îran li ser êrîşa han tawanbar kiriye û daxwaz ji Îranê kiriye daku rêz ji qanûn ên navnetewî bigire.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî dorneyên Îranî li peravên Emanê êrîşî ser keştiyeke veguhastina petrolê kiribûn û di encam de du karmendên keştiyê hatibûn kuştin.

N: E. G