Rojane li 120 navendan vaksîn têne dayîn

dibêje ji sedî 25 kesên ku cerbandin bo wan tê kirin pêketiyên Koronayê ne.

Dibêje Kurdistan li berdem metirsiyê deye.

Peyvdarê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê Aso Hewêzî derbarê rewşa Koronayê de ragihand ku niha jiber zêde bûna hijmara pêketiyên rojane, rewşa tendirostî li Kurdistanê li berdem metirsiyeke mezin deye.

Aso Hewêzî hewriha diyar kiriye ku xelk pêbendî şîretên tendirostî nabe û xwe naparêze lewre hijmara pêketiyên rojane gelek zêde bûye.

Hewêzî herwiha diyar kiriye ku ji sedî 25 wan kesên ku rojane cerbandina Koronayê bo wan tê kirine bi koronayê ketine û ew yek jî nîşaneya hebûna metirsiyên mezine li ser rewşa tendirostiyê.

Nav hatî diyar kiriye ku, bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Koronayê, niha li seraserê Kurdistanê rojane li 120 navendên curbicur yên tendirostî xelk tê vaksînekirin.

N: E. G