Li Dîmeşqê teqînek çê bû

li gor amarên destpêkê 4 leşker bûne qurbanî.

Teqîn paseke leşkerî kiriye armanc.

Çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku, îro çarşem danê sibê, li taxa Mesakên Elheres ya li Rojavayê Dîmeşqê teqîneke mezin çê bûye.

Li gor çapemeniya Sûriyeyê teqîn paseke leşkerî kiriye armanc û li gor zaniyariyên destpêkê di encama teqînê de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

N: E. G