3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

bombeyeke vedayî bi wan re teqiyaye.

Teqînek çê bûye û 2 leşker jî birîndarin.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Tirkiyeyê, duhê yekşem li navçeya Ava Şîn teqînek çê bûye û di encama teqînê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku bombeyeke pkkê bi leşkerên Tirkiyeyê re teqiyaye.

N: E. G